Ji birêvebirê giştî yê IKRKê Robert Mardînî û sekreterê giştî yê DRKê Christian Reuter-î nameya eşkere

Dizîna daneyên herî bêparastin ên dinyayê sosretek e

Êrîşa sîber a paşîn a ku daneyên 515.000 kesan kiriye mebest piçûkxistina mirovahîyê bû û yên ku niha ji tesîrên şerî yan bobelatan tengezar bûn avêtine xeterê.

Kesên ji ber pevçûnê, koçberbûnê û afata siriştî ji malbatên xwe dûr ketine, kesên wenda û malbatên wan û kesên binçavkirî di nava van kategorîyan de ne. Ev dane ji kesên çar alîyên dinyayê hatine ku ew zanyarîyên xwe yên taybet bi emanetî dane toreke alîkarîya mirovahîyê ya ku ji neçarî pêdivêya wan pê hebûye.

Ev ne berpirsîyarîyeke wisan e ku em di ser guhên xwe ser biavêjin. Ev demeke dirêj bû ku haya IKRKê jê hebû dê daneyên me rojek bibin mebesta êrîşeke wisa. Ji ber gefên êrîşên ewlehîyê sîber ên bêtirbûyî me çendîn baştirkirin pêk anîn û ji bo em parastina daneyan a standardên bilind û sîstemê pêk biînin me bi hevparên ewle re kar kir.

Lê ev êrîş nîşan dide ku ev sîstem li dijî tevgerên sîber ên tevlîhev diberxwedêr nînin. Lê çawa ku nave rêncberên alîkarîya mirovahîyê divên nebin mebesta alîyekî pevçûnê, divê rûmeta daneyên mirovahîyê jî bê girtin û ew bi tenê bi mebestên mirovahîyê bên bikarhatin.

Maneya êrîşeke sîber gelekê caran têkçûna karê yan eşkerebûna zanyarîyên kredîtkardan in. Di vê rewşê de ev dane, tevlî zaroyên bêxwedan, dibin ji bo zirardayîna kesên gelek bêparastin jî bi tevahî bi kar bên. Ev êrîş binpêkirina veşarîbûna wan, ewlehîyê wan û parastina mirovahîyê û mafê wan ê wergirtina alîkarîyê ye.

Êrîş, herweha zirarê da hunera tora me ya gerdûnî ya dîtina mirovên wenda û ji nû ve bi hev ve girêdayîna malbatan jî. Wek nimûneyeke nûjen teqîna volqanîk a paşîn a gelê Tongayê ya girava Pasîfîk û şîpa ji ber tsûnamîyê ye. Rê li ber xebatên me yên ji bo alîkarîya malbatên bifikar û kesên wenda hat girtin. Herweha xebatên me yên çavdêrîyê yên herêmên şerî yên Efxanên ji ber tundîyê revîyabûn jî.

Nêzî 60 komeleyên neteweyî yên Xaçasor yan Heyvasor nikarin xwe bigihînin van daneyên ku ew alîkarîya vê sîstema gerdûnî dikin, ji ber vê yekê nikarin xwe bigihînin dosyeyên dozen têkildar ên koçberan ji şerî, afatan yan birçîbûna pir revîyane. Baş e ku di binpêkirinê de tu daneyek nehat jêbirin û komkarên me yên ku ji bo sazkirina sîstemên demkî kar dikin û dê bikin ku em vê xebata bivênevê dewam bikin.

Îro tiştê ku ji dilê me re herî giran tê; xetera jidestdayîna ewlehîya taybet û veşarî ya wan mirovên ku alîkarîya me divên e. Em rêyên pêdanzanîna kesên dibin hatibûn gihîştin daneyên wan dibînin û gavên em sibêrojê ji bo parastina daneyên wan diavêjin eşkere dikin.

Ev bûyer encama trendeke bifikar e ku di salên paşîn de sazgehên alîkarîya mirovahîyê û nexweşxane bûne mebesta êrîşên ewlehîyê sîber. Êrîşên sîber li deverên wek Komara Çek, Fransayê, Îspanyayê, Taylandê, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Başûrê Efrîqayê sazgehên laşsaxîyê ji xwe re kirin mebest. Ev êrîş dibin bikin ku neştergerî bên rawestandin û nexweşên krîtîk bên veguhestinî cîhên din. Êrîş, honandina testên COVID-19ê bi derengî xistin.

Divê em tev bi hev re li ser vê rêyê bin: Tevgerên sîber û êrîşbirinên ser hebûnên laşsaxîyê û daneyên kesan û dezgehên xeter in, ne mumkin in bên qebûlkirin û neqanûnî ne.

Xaçasor û Tevgera Heyvasor kar dike ku bibe pêşkêşîya herî baş a mirovahîyê. Em di rewşa herî zehmet de alî mirvan dikin û şerefa wan diparêzin. Ev êrîş zirarê dide karê me yê bivênevê yê em hemû wê bi hev re dikin.

Û ji kesên daneyên wan hatine dizîn re: Em dizanin we daneyên xwe yên kesîn ên bi bûyerên birîndar ên jîyana xwe ve têkildar û hûrgilîyên wan emanetî me kirine. Divê hûn zanibin ku ji bo em xizmetên di seranserê cîhanê de bikin wek berê çi ji destê me bê em dikin. Ji bo em xizmeta xwe ya ji bo we karibin dewam bikin, ji bo em bawerîya we ya bi me biparêzin em ê pir bixebitin.

Robert Mardini
Birêvebirê Giştî yê
Komîteya Xaçasor a Navdewletî Cross

Christian Reuter
Sekreterê Giştî yê
Xaçasor a Elman

 

zum Anfang

Cookies helfen uns bei der Bereitstellung unserer Inhalte. Durch die Nutzung unserer Webseite erklären Sie sich damit einverstanden, dass wir Cookies setzen. Erfahren Sie mehr

OK