Flagge des IKRK
Sie befinden sich hier:

Çavdêrîya sîber daneyên çavdêrîya Navneteweyî dike mebest

Zanyarîyên ji bo tesîrdîtîyan

Li gora Benda 34an a Fermana Qanûnî ya Parastina Tevahîya Daneyan zanyarî (DS-GVO)

Di 18ê çileyê paşîn ê 2022yê de ber bi peydekera xizmetan a navendeke daneyan a Komîteya Xaçasor a Navdewletî (IKRK) êrîşeke sîber hat tesbîtkirin. Bi gotineke din, yekî ji derveyê Xaçasor, bi mebesta xizmeta çavdêrîyê xwe gihandiye daneyên veşartî û bi vê yekê dibe daneyên we jî.

Ev bûyer di seranserê tevgera Xaçasor û Heyvasor de û ji bilî wan di Xaçasor a Elman (DRK) de bûye sebebê fikareke pir. Em dixwazin hûn bi me bawer bin ku em û IKRKê bi hev re demildest ji bo eşkerekirina bûyerê bi şev û roj kar dikin. Em li jêrê hemû zanyarîyan pêşkêşî we dikin ka ji bo em karibin bi vê rewşa zehmet re bi awayekî herî baş serî derbixin me ta niha çi kiriye.

  • Çi qewimî?

    Wek perçeyekî êrîşeke sîber a bimebest û gelek profesyonel, di seranserê cîhanê de daneyên kesîn û zanyarîyên veşartî yên bêtirî 515.000 kesan hatin binpêkirin. Di nava tesîrdîtîyon de malbatên ji hev cudabuyî, yên li xizman digerîyan, kesîn wenda û malbatên wan û kesên din ên ji Xaçasor û Tevgera Heyvasor alîkarîyê distînin hene.

    Ji ber ku Xizmeta Çavdêrîya Xaçasor a Elman (DRK Xizmeta Çavdêrîyê) jî di gava xebatên xwe de sîstemên jimarî yên mebestbûyî bi kar diîne û ji ber vê yekê ji binpêkirina ewlehîyê tesîr dît, divê em texmîn bikin ku di nava wan de dibin daneyên we yên kesîn ên ji alî êrîşkaran ve hatine gihîştinî wan jî dibin hebin. Lêpirsîna bêtir dewam dike. Lê em vêga wisa qebûl dikin ku ev gihana bêdestûr di serî de têkilîya xwe bi zanyarîyên gelek kesîn ên  kategorîyên jêrîn ve heye:

    • Zanyarîyên wek navên, zayendên, tarîxên jidayîkbûnê, cîhên jidayîkbûnê, neteweyên, têkilîyên nîjadî yên kesên li xizman digerin, di heman demê de kesên wenda, têkilî, kesên peyamên Xaçasor dişînin û distînin,
    • Navnîşanên rûniştinê û posteyê yên li xizman digerin, jimarên têlefonên wan, navnîşanên emaîlên wan, kesên têkilîkirinê, kesên peyamên Xaçasor dişînin û distînin û zanyarîyên têkilîkirinê yên herî paşîn ên tên zanîn ên kesên weha yên wenda,
    • Zanyarîya di nava kesên digerin û li wan tê gerîn ên wenda û ji bilî van ya têkilîya malbatî ya di nava kesên peyamên Xaçasor distînin û werdigirin de.

    Eger we van zanyarîyên taybet wek perçeyekî daxwaza xwe bi me re parve kiribe ev dane ji alî me ve hatiye barkirin sîstemên jimarî yên tesîrdîtî.

    Ji bilî van bi şertê ku we ji bo tevlîbûyîna Trace the Face / Trace the Face – Kidsê re erê kiribe, divê em texmîn bikin ku bê destûre hatibe gihîştin fotografên kesên wenda jî.

    Em hê nizanin ev binpêkirina ewlehîyê ya ciddî bi çi mebestê hatiye kirin. Lêpirsîna li ser bûyerê ya ta niha nîşan dide ku daneyên tesîrdîtî di encama êrîşê de nehatiye manîpulekirin yan jêbirin. Ji bilî van hê tu nîşanek tune ye ku daneyên hatine dizîn bi her kesî hatiye pêzanîn yan ji wan re hatiye eşkerekirin. Lê ji alî pisporên ewlehîyê yên IT-yê ve li van hemû teşqeleyan bêtir tê pirsîn û her tim çavdêrî li wan tê kirin.

  • Tesîra êrîşê çi ye?

    Xizmeta Çavdêrîyê DRK tevlî IKRKê û 191 Komeleyên Neteweyî yên Xaçasor û Heyvasor re alî kesên bi sebebê pevçûnên çekdarî, afatên siriştî, rev, kirina ji cîhî yan koçberîyê ji hezkirîyên xwe dûr ketine dike. Ev Tora Ji Nû ve Sazkirina Têkilîyên Malbatî bi hev re ji bo bidûketina pey hezkirîyên we, ji nû ve girêdana wan û malbatên wan alîkarîyê dike. Xaçasor û tevgera Heyvasor her roj alî dozdeh kesên wenda dike ku ew xwe bigihînin malbatên xwe. Êrîşên sîber ên wek vê, vî karê giring diavêjin xeterê.

    Ji bo me parastina zanyarîyên ku hûn û kesên din ên li alîkarîyê digerin bi têkilîya çavdêrîya navneteweyî emanetî me kirine pêşîktîya herî giring e. Ji ber vê yekê gava em bi van zanyarîyên gelek kesîn re kir dikin em hindek rêbazên xuyandî pêk tênin û sîstemên xwe yên jimarî bi navgînîya teknologîya herî nû li dijî gihana bêdestûr a alîyên sisêyê her tim dixwazin biparêzin.

  • Em vêga kîjan gavan diavêjin?

    Hema piştî ku êrîş hat vedîtin ji bo ku rê li ber xwegihana bêtir a bêdestûr bê girtin sîstemên IKRKê yên tesîrdîtî hatin girtin. ji bo lêkolîna êrîşê û li dijî êrîşên wisa yên sibêrojî alîkarîya bi bêtir xurttirkirina sîstemên jimarî yên IKRKê şîrketeke ewlehîyê ya taybet a IT-yê jî hat peywirdarkirin.

    Ji bilî van me sîstemên xwe yên hundirî yên bi sîstemên IT-yê yên IKRKê yên têkildar ve girêdayî nînin û em wan di Xizmeta Çavdêrîya DRKê de bi kar tînin û zanyarîyên zîz di nava xwe bixwe de parve dikin, me ji bo parastina li dijî gihana bê destûr hin tevdîrên pêvekî sitandin. Ta em sîstemên IKRKê di rewşeke ewle de rast bikin ji bo Xizmeta Hînkarîya DRKê kar bike em ê ji jêrzemîna herêmî ya Xaçasor a Elmanî ya bi Xizmeta Çavdêrîya Navneteweyî ve girêdayî xwe bigihînin zanyarîyên li ser rewşa we.

    Ji ber ku çarçove û tesîra vê êrîşê teqez nayê zanîn, em hê jî li bûyerê dikolin û ji bo alî û kesên cuda xeter û encamên wan hê jî dinirxînin. Ji ber ku em vêga nizanin kî berpirsîyarê vê êrîşê ye û daneyên hatine dizîn bi çi mebestî dikarin bên bikaranîn, nirxandina xeterên xuyandî yên ji bo we jî zehmettir e.

  • Tu dikarî kîjan pêşgirîyan bigirî?

    Digel pêşgirîyên me jî, wek nimûne divê neyê piştguhkirin ku dibe hûn rastî sextekarîyê yan dizîna nasnameyê bên û ji ber vê yekê ji bo sînorkirina zirarê me divê em ji bo gavên tu dikarî wan biavêjî hindek şîretan li te bikin:

    • Ji êrîşên nêçîrvanîya nasnameyê, yanî li hember şandina peyamên sexte yên wek ku ji jêdereke birûmet yan ji alî yekî nasê we hatî şandin hay ji xwe hebin. Bi peyamên weha dizîna nasnameyê, ji bo kirina sûcan bê destûr xwegihandina hesabên kesên wergirtî yan li komputera yan têlefona destan a kesê sitandî barkirina kodnivîsîya nîyetxerab sîteyên înternetê yên sexte yan bi rêya axaftina têlefonê dibe ji kesê wergirtî bê xwastin ew zanyarîyên xwe yên kesîn bide.
    • Bersivê nedin peyamên biguman û di bersivdayîna peyamên weha yên nexwastî yên dibin hûn bistînin de hîç zanyarîyeke kesîn medin. Eger hûn biguman bin ji bo eşkerekirina ka me ev zanyarî ji we xwastina yan nexwastine ji kerema xwe bi navenda destekê ya Xizmeta Nirxandina DRKê re têkilî bikin.
    • Eger hûn emaîlek yan peyameke nivîskî ya dibêje ew li ser navê Xaçasor hatî şandin yan emaîlek yan peyameke nivîskî ya ji we zanyarîyên we yên kesîn dixwaze ya biguman bistînin peyamê zûzûka jê bibin û neşînin tu derê yan belav mekin. Baş zanibin ku logoya Xaçasor a Elman orîjînal e.
    • Eger têkilîya we bi wan re hebe vê zanyarîyên bi xizm û kesên nêzîkê xwe yên we zanyarîyên xwe bi wan dane zanîn re parve bikin.
    • Bi der û dora xwe ya nêz bidin zanîn ku dibin ku zanyarîyên we bi awayekî nerewayî bi kar bên.
  • Hûn dikarin ji ku derê zanyarîya bêtir bi dest bixin?

    Em hema çawa li ser koka vê bûyerê zanyarîyeke nûkirî ya bi hûrgilî keysê bide nirxandina xeterê bi dest bixin, em ê di sîteya înternetê ya Xizmeta Çavdêrîya DRKê ya www.drk-suchdienst.de de demildest pêşkêşî we bikin.

    Ji bo ketina bi pey bipêşveçûnên bidestketîyên me û hînbûna pêşgirîyên din ên di encama van binpêkirinên ewlehîyê de ji kerema xwe herin sardana sîteya înternetê ya Xizmeta Çavdêrîya DRKê. Ji bo hûn zanibin hûn ê li ser hîmê van zanyarîyên heyî yên herî paşîn xwe û hezkirîyên xwe çawa biparêzin şîretin bi dest bixin çi ji destê me bê dê were kirin.

    Eger ji ber vê binpêkirina ciddî ya tesîrê li zanyarîyên kirî tu fikareke yan dudilîyeke we hebe ji kerema xwe bê dudilî bi navenda destekê ya Xizmeta Çavdêrîya DRKê ya herî nêzîk re têkilî bikin. Bi tenê wê gavê em ji bo pêşgirîya xeterên nêzîk dikarin bixuyînin ka kîjan pêşgirîyên pêvekî ji bo we lihevhatî ne. Eger ev ên we yên han nînbin hûn dikarin zanyarîyên têkilîkirinê li vê derê bibînin: https:/www.drk-suchdienst.de/drk-suchdienst-in-ihrer-naehe/  

    Hûn dikarin bi peywirdarê parastina daneyan ê Xizmeta Çavdêrîya DRKê re ji navnîşana nameya elektronîk Datenschutz-Suchdienst(at)drk.de re têkilî bikin.

Peyama me ya ji we re

Divê hûn bi me baş bawer bin ku em ji bo di vê rewşa ne baş de ji bo alîkarîya we li vê derê ne. Em dizanin we zanyarîyên pir taybet ên li ser bûyerên zîz ên jîyana xwe emanetî me kiriye. Em vê berpirsîyarîyê hindik nabînin. Divê hûn baş zanibin em bi Xaçasor û Tevgera Heyvasor re di seranserê cîhanê de ji bo pêşkêşkirina xizmetên pêşkêşkirî çi ji destê me bê em dikin.

“Ji bo em xizmeta ji we re dikin dewam
bikin ji bo dewama bawerîya we ya bi me,
em ê pir bixebitin.”

Robert Mardini, IKRK û Christian Reuter, DRK
Nameya eşkere bixwîne

zum Anfang

Cookies helfen uns bei der Bereitstellung unserer Inhalte. Durch die Nutzung unserer Webseite erklären Sie sich damit einverstanden, dass wir Cookies setzen. Erfahren Sie mehr

OK